Tîr Û Armanc

Stok Kodu:
9786058538740
Boyut:
135-210-0
Sayfa Sayısı:
1
Baskı:
1
Basım Tarihi:
2023-07-13
Kapak Türü:
Karton
Kağıt Türü:
Kitap Kağıdı
Dili:
Kürtçe
%3 indirimli
120,00TL
116,40TL
Havale/EFT ile: 114,07TL
9786058538740
639778
Tîr Û Armanc
Tîr Û Armanc
116.40
Edebiyata kurdî ya modern, ya ku ji nîvê yekê yê sedsala bîstan ve bi rê ketiye, ev du dehsalên dawî ne di geşedaneke berçav re derbas dibe. Tîr û Armanc hewlek e ji qada Lêkolînên Kurdî an Kurdolojiyê ve ji bo têgihiştina paşxane û dînamîkên heyî yên vê geşedana edebiyata kurdî ya modern. Heşt gotarên rexneyî yên vê koleksiyonê, ku ji aliyê vekolerên edebiyata kurdî yên li zankoyên welat û derve ve hatine nivîsîn, bi nêrîna dîsîplînên rexneya edebî, antropolojî û zimannasiyê dikevine dû pirsên pênaseyî, naverokî û zimanî yên edebiyata kurdî. Tîr û Armanc, tevî kêmasiyên xwe, namzed e ji bo vîtrîna rexneya edebî ya kurdî ku ev çend sal in daye pey nasnameyeke akademîk. Hêvî ew e ku bibe zemînek ji bo pêşketina rexneyeke akademîk; lewre ew teyaqûz û hişyariya ji gotarên vê koleksiyonê dipengize, pariyek jî ji taybetiya wê xwendina akademîk tê. Tîr û Armanc her wiha wek nîşaneyeke çalakiya zimanî jî balkêş e, anku wek nîşaneya derbasbûna ji xwendina şexsî ya berhemên edebî bo rexneyên dûvedirêj ên li ser berhemên edebiyata kurdî. Diyar e dem, dema rexneyê ye.

Yorum yaz
Bu kitabı henüz kimse eleştirmemiş.
Kapat