9786056211429
712422
https://www.sehadetkitap.com/urun/nav
Nav
92.00
Heta ku nehatibû zanîngehê û heval li ser navê wî nesekinîbûn; ne maneya wî tam zanîbû û ne jî zanibû bê Cegerxwîn çi ye. Wexta ku rojekê hevalekî wî jê re gotibû ku erê navê te bi kurmancî ye, lê nivîsandina wê şaş e, bêtir aciz bûbû. Ji xeynî nivîsandinê bilêvkirin jî şaş bû. Gotibû hin herfên alfabeya kurmancî di ya tirkî de tunene û wexta ku kesên bi kurmancî nizanin û bang te dikin, erê dibêjin “Ciğerhun” lê divê ji te re bibêjin “Cegerxwîn” û di nasnameya te de divê WELAT CEGERXWÎN bihata nivîsîn ne VELAT CİĞERHUN. Tiştek ji gotina wî fam nekiribû lê hew tê gihîştibû ku navê wî şaş e û ne li gorî kurmancî ye. Digot wexta ku ez nuh çêbûme bavê min gelek li ser navê min fikiriye û gotiye bila navê wî ne wek ê her kesî be. Midûrê nifûsê ewilî xwe daye wir de û wê de, lê ya soxî li gor dilê bavê min qeyd kiriye. Yekî nas xistibû dewrê, hinek bertîl dabû mêrik û îşê xwe meşandibû.

Yorum yaz
Bu kitabı henüz kimse eleştirmemiş.