Dîroka nivîskî, dîroka şaristaniniyên serdest û desthildariyên hegemonîk e. Bi gotineke dîtir; dîroka kuştin û xwînrijiya serdest û zordaran e. Tê de civak tune, dîroka wê tune, xweza û hawir tune, beşên civakê tune, danehevî û afirîneriyên wê tune, berxwedan û têkoşîna wê tune..! Lê belê dîrokê ev rastî peyîtandiye ku ji destpêka dîrokê heta niha ya ku teşe dayî dîrokê, herikîna wê diyar kirî, mirovahî û afirîneriyên wê anî heta asta îro, civaka xwezayî û komunal bi xwe ye. Lewre divê civak bête fêmkirin. Ji teşeya wê ya klanan bigire heta qebîle û eşîran, ji wir heta kom û neteweyan, xisleta wan a xwezayî û komunal, israra wan a jiyana azad û wekhev, berxwedan û têkoşîna wan ji derveyî feraseta zanista pozîtîvîst bi têgihiştineke zanyariya civakî, an jî bi têgihiştina ‘xwezaya civakî' divê bête 4 fêmkirin ku em bigihijin rasteqîna dîrok û civakê. Nexwe em ê nikaribin xwe ji feraset û hişmendiya dîrokê ya serdestan rizgar bikin.